Nêçîrvan Barzanî: Biryara Dadgeha Federal di vê demê de, guman û nîşaneyên pirsyarê dirust dike

Hewlêr (K24) – Li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê ku di biryarê de şandina heqên darayî û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê wek neyasayî bi nav kiriye, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye: “Biryara îro ya Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê wek nedirustî şandina heqên darayî û mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê ve di salên 2021 û 2022an de, biryareke bi temamî nedadperwerî û sitemkarane ye, ev biryar ne tenê mûçexuran û xelkê Kurdistanê ku welatiyên Iraqê ne, hemû prose û seqamgîriya siyasî û wê rêkeftinê jî armac digre ku hikûmeta nû ya federal a Iraqê li ser wê hat damezrandin.”

Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike: “Iraq di proseyeke dirêj û aloziya siyasî û neseqamgîriyê re derbas bû, herî dawî hikûmetek li Bexdayê pêk hat ku xelkê Iraqê hêviya wan li ser qonaxeke seqamgîr û baştir a siberojê çêkir. Her kes ji Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê çaverê bûn ku bi parastina berjewendiya hemû pêkhateyên Iraqê û bi liberçavgirtina rewşa siyasî, nebe sedema xerakirina vê derfetê û hewaya erênî ya ji bo çaresekirina kêşeyên welat, bi taybetî kêşeyên Hewlêr – Bexdayê, dirust bûye û seqamgîriya siyasî ya Iraqê nexe metirsiyê!”

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere dike: “Ev biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê di vê demê de, ji bilî ku guman û bi dehan nîşaneyên mezin ên pirsyarê dirust dike, herwiha babeta bilezkirina derxistina yasayeke nû ji bo dubare damezrandina dadgehê tîne pêş, wek beşeke girîn û sereke ya rêkeftina aliyên siyasî ya ji bo damezrandina hikûmeta nû ya federal a Iraqê.”