Xencer li dijî biryara Dadgeha Federalî: Nabe dest bi debar û samanên Kurdistanê bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Serwerî Xemîs Xencer bi awayekî nerasterast nerazîbûna xwe li hember biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a derbarê şandina pere ji aliyê Hikûmeta Federal bo Herêma Kurdistanê de, nîşan dide.

Xemîs Xencer di tweetekê de ragihand: “Hêzên niştimanî ji bo bidestxistina aramiyê li welat, gelek hewl dane û ti saziyek li Iraqê nikare careke din gefê li vê aramiyê bixwe.”

Got jî: “Kurdistan gelê me ye û nabe bi awayekî berûvajî têgihîştina siyasî ya ku hikûmeta niha li ser hatiye avakirin, dest bi debar û samanên wan bibe.”

Dadgeha Federal a Iraqê duhî Çarşemê 26ê Çileya 2023an biryarek derxsit û tê de hemû biryarên hikûmeta Iraqê yên girêdayî şandina pereyên Herêma Kurdistanê betal kir.

Serok Mesûd Barzanî jî di vê derbarê de di peyamekê de ragihand, “Biryara îro ya Dadgeha Federal, beriya ku li dijî Herêma Kurdistanê be, li dijî proseya siyasî û li dijî Hikûmeta Iraqê û li dijî bernameya hevpeymaniya îdareya dewletê ye jî.”

Her wiha destnîşan kir: “Ji bo me cihê matmayînê ye ku her dema keşeke erênî di navbera Herêm û Bexdayê de dirust bûbe û derfetek ji bo çareseriya kêşeyan derketibe holê, demildest Dadgeha Federal ji bo têkbirina wê derfetê kar kiriye û bi biryareke dijminkarane, derfet ji holê rakiriye û bûye sedema aloztirbûna kêşeyan.”