8 sal di ser rizgarkirina Kobanê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro 26ê Çileya 2023an salvegera rizgarkirina bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye, ku di sala 2014an de rastî êrîşeke tund a DAIŞê hatibû û beşek mezin ji wê herêmê hatibû dagîrkirin

Di Îlona 2014an de çekdarên DAIŞê bi tevahiya karînên xwe êrîşî ser herêma Kobanê kirin. Di destpêka de, DAIŞê dora 350 gundên Kobanî kontrol bikin ku di encamê de nêzîkî 400 hezar kes derbeder bûn û berên xwe dan bajarên Bakurê Kurdistanê.

Êrîşên DAIŞê roj bi rojê zêdetir dibûn û rûbera kontrola wan jî berfireh dibû û hewl didan xwe bighînin navenda bajarê Kobanî.

Ji ber kêmbûna karînên hêzên YPGê li Kobanê di wê demê de û zêdebûna metirsiya DAIŞê li ser bajarên Rojavayê Kurdistanê, Serok Mesûd Barzanî biryara piştevaniya Kobanê da û li ser fermana wî, Parlamentoya Kurdistanê roja 22ê Cotmeha 2014an biryara şandina çek û Pêşmerge ji bo Kobanî da. Hêzên Pêşmerge jî ji Herêma Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, ji wir ve jî roja 28ê Cotmeha 2014an derbasî Kobanê bûn û destdek dan berevaniya li Kobanê.

Pêşmerge û hêzên Kurdî dorpêça li ser Kobanê şikandin û karîn bajarê Kobanê û hejmareke mezin ji gundên derdora wê ji destê DAIŞ bi temamî derxin û di 26 Çileya 2015an de serkeftina xwe ragihandin.