Serok Barzanî pêşwazî li Konsulusa nû ya Brîtanya li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Çileya 2023an, pêşwazî li Konsulusa nû ya Brîtanya li Hewlêrê Rosy Cave û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûnê li Konsulusê nû yê Brîtanyayê kir û hêviya serkeftinê di kar û xebatên we de xwast. Ji bilî ku bal kişand ser pêwendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Brîtanyayê de, ev pêwendî jî bi girîng bi nav kir. Serok Barzanî her wiha spasiya Brîtanyayê kir ku di şerê li dijî DAIŞê de di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî de hevkar û piştevanî li hêzên Pêşmerge kir.

Her di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê jî hat gotûbêjkirin û derbarê hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku berjewendiya Kurdistanê û pirsa rewatiyê di ser hemû berjewendiyên partîtî re ye û divê îsal hilbijartin bên kirin.

Pêngavên çaksaziyê di nava hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de û pêwîstiya berdewamiya hevahengiya di navbera civaka navdewletî de ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorîstê, mijarên din ên civînê bûn.