Parlamentoya Kurdistanê: Dadgeha Federal çendîn car in li dijî maf û destkeftên gelê Kurdistanê biryar dane

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Kurdistanê radigihîne, Dadgeha Federal çendîn car in li dijî maf û destkeftên gelê Kurd biryar dane û mafên gelê Kurdisatanê li ber çav nagire.

Parlamentoya Kurdistanê îro 26ê Çileya 2013an di daxuyaniyekê de ragihand, “Mixabin Dadgeha Federal a Iraqê careke din biryarek din li dijî mafên gelê Kurd derxist û hêviyên lihevkirin û hevahengiya zêdetir di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de gelekî kêm kir û bû destpêka aloziyan.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Dadgeha Federal bêyî ku mafên gelê Kurd li ber çavê bigire, gelek caran biryar li dijî maf û destkeftiyên gelê Kurd dane. Tevî ku guman li ser destûrîbûna vê saziyê heye jî, divê li gorî prensîpên destûrê bê avakirin, rêz li mafên hemû civakan bigire û dadperwerî û wekheviya di navbera hemûyan de pêk bîne.”

Diyar dike jî: “Biryara Dadgeha Federal dê rasterast bandorê li jiyana karmendan û hemû gelê Kurdistanê û xizmetguzariyên giştî bike. Her wiha dê bandoreke wê ya nerênî li ser nêzîkbûn û têgihîştina di navbera Hewlêr û Bexdayê hebe ku gelê Iraqê hêvî dikir ew bibe destpêka bidawîhatina nakokiyên di navbera wan de û cîbicîkirina madeyên destûrî û vegerandina mafên hemû navçeyan.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat: “Em li ser navê Parlamentoya Kurdistanê daxwaz dikin ku hemû biryarên nerewa yên li dijî gelê Kurdistanê hatine dayîn, bên betalkirin û careke din deriyê diyalog û rêkeftinê were vekirin.”

Parlamentoya Kurdistanê tekez kir jî: “Dadgeh û binemayên yasayê, ji bo hevtêgihiştin, jihevnêzîkbûn û dadperweriyê ne, ne ji bo dûrketin, parçekirin û xweferzkirinê ne.”