Mesrûr Barzanî: Biryara Dadgeha Federal hewlek e bo têkbirina derfeta çareserkirina pirsgirêkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pênçşem 26.01.2023an pêşwazî li Wezîrê Dewletê di Wezareta Derve ya Almanya de Tobias Lindner û şanda pê re kir û di civînê de ragihand, “Biryara Dadgeha Federal hewlek e bo têkbirina derfeta çareserkirina pirsgirêkan.”

Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mijareke sereke ya civînê taybet bi pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bû, di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê daxwaza Herêma Kurdistanê bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî bingehîn û li ser bingehê destûrê dubare kir û got ku biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a ji bo rêgirtina li şandina hin mafên darayî bo Herêma Kurdistanê, hewleke din a nedadperwerane ya vê dadgehê ye, ji bo têkbirina wî derfeta nû ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û atmosfera erênî ku ku piştî dawî serdana şanda bilind hikûmetê bo Bexdayê hatiye afirandin.

Mesrûr Barzanî got jî: Li gor rêkeftina aliyên ku hikûmetê pêk anîne û karnameya kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, pêwîst e di heyama 6 mehan ji piştî destbikarbûna hikûmeta Iraqê, her du projeyasayên Dadgeha Bilind a Federalî û Encûmena Federalî werin derxistin, ji ber pêngav û riftarên niha yên Dadgeha Federal, mixabin dirustkrina pirsgirêkan e li pêş gihîştina lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.

Mesrûr Barzanî

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di beşeke din de diyar kir, Wezîrê Derve yê Almanyayê kurteyek derbarê armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, amaje bi pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de kir û daxwaza welatê xwe jî ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û danûstandinên bazirganî de nîşan da. Her wiha got, biryar e di demek nêzîk de şandeke bilind a veberhêner, karsaz û bazirganên Almanî ji bo pêşxistina pêwndiyên dualî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Almaniyayê kir ji bo piştevaniya wê ya berdewam li Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî terorîstan de û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de. Her wiha pêzanînên Herêma Kurdistanê jî ji bo Parlamentoya Almanyayê nîşan da, ji bo naskirina komkujiya Êzdiyan wek jenosîd.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha spasiya piştevaniya Almanyayê ji çaksaziyên Kabîneya Nehem re jî kir, bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.

Girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, derketin mîlîşya û hêzên çekdar ên neyasayî, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan bo cihên xwe, mijarreke din civînê bû ku Balyozê Almanya li Iraqê Martin Yeager jî tê de amade bû.