HEZKURDê bo 10 partiyên siyasî name şand

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bo 10 partiyên siyasî name şand û xwest ku li Tirkiyeyê astengiyên pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bo 10 partiyên siyasî name şand û xwest ku li Tirkiyeyê astengiyên pêşiya zimanê Kurdî werin rakirin û ji bo nîqaşkirina mijarê jî bang li partiyan hat kirin ku ji siyaset û îdeolojiyê dûr bi hevre civînekê li dar bixin.

Xebatên rêxistinên zimanê Kurdî bo perwerdehiya zimanê zikmakî berdewam in ku di vê çarçoveyê de Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bo partiyên wek AK Partî, CHP, HDP, Deva, Pêşeroj, Huda Par, ÎYÎ, Saadet û Partiya Deng  nameyek nivîsî. HEZKURD di nameyê de dibêje divê berî her tiştî di dibistanan de waneya zimanê Kurdî hefteyê herî kêm 2 demjimêr bi mecbûrî be. Herwiha dibêje divê partiyên siyasî ji bo xurtkirina çanda pêkvejiyanê û aramiyê, piştgiriya vê bangê bikin û divê ev yek ji îdeolojiyan dûr were nirxandin.

Rêveberê HEZKURDê Mehmet Saît Ozturk ji K24ê re ragihand: “Em dixwazin ji siyaset û îdeolojiyan dûr pirsa ziman were gotubêjkirin. Em çi cudahiyekê naxin navbera partiyên siyasî û bila partiyên siyasî jî derveyî îdeolojiyê li vê mijarê binihêrin.”

Endamên HEZKURDê dibêjin ji bo ku pirsgirêka ziman û perwerdehiya zimanê zikmakî bi awayekî mayînde were çareserkirin divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û da ku ziman hebûna xwe biparêze ku ev yek bi peymanên navneteweyî hatiye destnîşankirin ku ev maf hem hiqûqî ye hem olî û mirovî ye.

Endamê HEZKURDê Murad Amaç diyar kir: “Em dixwazin ji dibistana destpêkê ya seretayî heta zankoyan zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Ev yek mafek olî ye jî . Em dixwazin gotinên derbarê perwerdehiya zimanê kurdî de li ser ziman nemînin, bila bi yasayan jî were gerentîkirin.”

HEZKURD di nameya ji partiyên siyasî re şandî de bang li partiyan û saziyên sivîl dike ku derbarê çareseriya pirsa ziman de hemû partî werin cem hev û civînekê li dar bixin û her aliyek bo çareseriyê pêşniyara xwe pêşkêş bike.