Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsula nû ya Brîtanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 26ê Çileyê, pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 26ê Çileyê, pêşwazî li Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê ya li Herêma Kurdistanê Rosy Cave kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiya destbikarkirinê li Rosy Cave kir û hêviya serkeftinê di erkê wê de jê re xwest û ji bo pêşvebirina zêdetir a pêwendiya bihêz a navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê, hemû piştgiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo konsula nû nîşan da.

Konsula Giştî ya nû ya Brîtanyayê spasiya hevkarî û hevahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel konsulxaneya welatê xwe kir û daxwaza xwe ya pêşvebirina zêdetir a pêwendiyan ligel Herêma Kurdistanê dubare kir.

Beşeke din a civînê, li ser girîngiya encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû. Serokwezîr tekez kir ku divê proseya hilbijartinan di demeke guncaw a îsal de were encamdan û ji bo vê mebestê jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû amadekariyên encamdana hilbijartinan dike û pêwîstiyên wê dabîn dike.

5464
5454435
543543543
564654
54656
5543
3254