YNK: Em ê roja Şemiyê ligel PDKê bicivin

Hewlêr (K24) – Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Soran Cemal Tahîr ji Kurdistan24ê re ragihand, roja Şemiyê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê bicivin.

Soran Cemal Tahîr eşkere kir, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja Şemiyê dê li bajarê Silêmaniyê bicivin û herdu alî li ser mijaran nêrînên wan cuda hene, lê belê ew yek girîng e ku bi hev re bicivin, da ku bernameyek ji bo çareseriya kêşe û nakokiyan diyar bikin.