Li Efxanistanê ji ber sermayê 160 kesan canê xwe ji dest dane

Hikûmet radigihîne ku zêdetirî 15 sal in Efxanistanê sermayeke wisa nedîtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efxanistanê di nava mehekê de ji ber sermayê zêdetirî 160 kesan canê xwe ji dest dane û hikûmet radigihîne ku zêdetirî 15 sal in Efxanistanê sermayeke wisa nedîtiye.

Îro Pêncşemê 26ê Çileya 2023an, desthilatdarên Talîbanê eşkere kirin ku li Efxanistanê di nava mehekê de zêdetirî 160 kesan ji ber sermayê canê xwe ji dest dan.

Desthilatdarên Kabulê diyar dikin ku tenê hefteya borî, 84 kesan ji ber serma û dijwariya keş û hewayê canê xwe ji dest dan, herwiha tekezî li ser wê yekê jî dikin ku welatiyên navçeyên cuda cuda yên Efxanistanê di rewşeke dijwar de ne.

Li gor zanyariyên desthilatdarên Kabulê, nêzîkî 15 sal in Efxanistanê sermayeke wisa nedîtiye û li beşeke navçeyên wî welatî, pileya germahiyê daketiye 34 pile li jêr sifirê.