Wezareta Derve ya Amerîkayê bo K24: Em dixwazin Iraq bihêz be

"Washington dixwaze Iraq welatekî xwedî serwerî û hêz be û xizmetguzariyan ji bo welatiyên xwe desteber bike."

Hewlêr (K24) – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel tekezî li ser wê yekê dike ku Serokê Amerîkayê ji girîngiya Herêma Kurdistanê û Iraqê têdigihe û Washington dixwaze Iraq welatekî xwedî serwerî û hêz be û xizmetguzariyan ji bo welatiyên xwe desteber bike.

Roja Pêncşemê 27ê Çileya 2023an, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel li ser pirsa Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Washingtonê ragihand, Amerîka dixwaze Iraq welatekî bihêz, xwedî serwerî û yekgirtî ve, derfetên kar û xizmetguzariyên wek elektrîk, av û tendirustiyê ji bo welatiyên xwe dabîn bike.

Vedant Patel diyar kir: “Ez dixwazim behsa wê yekê jî bikim ku Serok Biden ji girîngiya Herêma Kurdistanê û Iraqê têdigihe, herwiha ji girîngiya Amerîkayê ji bo asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê jî têdigihe, ji babetên asayîşê jî, ku ji bo Iraq û Rojhilata Navîn çiqas girîng e.”