Encûmena Ewropayê daxwaza dadgehîkirina rayedarên Rûsyayê dike

Encûmenê daxwaz kir ku Dadgeha Navdewletî ji bo dadgehîkirina rayedarên payebilind ên Rûsya û Belarusê were pêkanîn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Ewropayê di civîna roja Pêncşemê de bi yekdengî daxwaz kir, rayedarên Rûsyayê werin dadgehîkirin.

Encûmenê daxwaz kir ku Dadgeha Navdewletî ji bo dadgehîkirina rayedarên payebilind ên Rûsya û Belarusê were pêkanîn.

Nûnerên 46 welatan li Encûmena Wezîran, bi yekdengî daxwaz kirin, rayedarên serbazî û sivîl, ewên ku berpirsyariya wan di şerê Ukraynayê de heye, rûbirûyî sizayan werin kirin.

Herwiha Encûmena Ewropayê xwest ku bi alîkariya Neteweyên Yekgirtî kar ji bo pêkanîna dadgeha taybet a ji bo vê mijarê were kirin.

Encûmena Ewropayê ji 47 welatan pêk tê, ji bilî 27 welatên Yekîtiya Ewropayê, welatên berê yên Yekîtiya Sovyetê jî tê de endam in, ji wan; Moldoviya, Ermenistan û Azerbaycan.