Amerîkayê kuştina fermandarekî bilind yê DAIŞê li Somaliyê ragihand

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, li bakurê Somaliyê hejmarek veşargehên DAIŞê hatine bombebarankirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin ragihand, bi fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden, li bakurê Somaliyê hejmarek veşargehên DAIŞê hatine bombebarankirin û hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Lloyd Austin di daxuyaniyekê de eşkere kir, piştî bombebarankirina hejmarek veşargehên DAIŞê li bakurê Somaliyê, çend çekdarên DAIŞê hatin kuştin, di nav wan de fermanderekî bilind ê bi navê Bîlal Sûdanî heye, ku yek ji rêkxerên şaneyên razayî yên DAIŞê yên li bakurê Efrîqayê bû.

Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin diyar kir, ji bilî Bîlal Sûdanî, 10 çekdarên din ên DAIŞê di bombebaranan de hatine kuştin.