PDK û YNKê li Silêmaniyê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo asayîkirina pêwendiyan û çareserkirina nakokiyên xwe, îro şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro li Silêmaniyê dicivin.

Berpirsê Rêxistina Silêmanî-Helebce ya PDK’ê Elî Husên ji K24ê re ragihand, îro 28.1.2023an şandên PDK û YNKê dê li bajarê Silêmaniyê bicivin.

Derbarê pêwendiyên PDK û YNKê de, Elî Husên got: “Di dema borî de çend pirsgirêk hebûn, me ew bi diyalogê çareser kirin. Em du partiyên berpirs in, erkê me ye ku em Herêma Kurdistanê biparêzin. Eger nakokiyên me hebin jî, gelek tiştên me yên hevbeş jî hene, ji bo çareserkirina nakokiyan divê em danûstandinan bikin, ji ber wê jî divê em bicivin.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Soran Cemal Tahir derbarê civîna PDK û YNKê de ji K24ê re ragihand, nêrînên her du aliyan li ser pirsan ji hev cuda ne, lê giring e ji bo danîna bernameyekê ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyan bi hev re bicivin.

Ji aliyekî din ve endamê PDK) Piştîwan Sadiq di kongreyeke rojnamevanî de ragihand; “Pêwîstî bi çend civînan heye. Ne merc e pirsgirêk di yek civînê de bên çareserkirin. Helbet ev nayê wê wateyê ku pirsgirêk ewqas mezin in ku nayin çareserkirin.”

Ji bo asayîkirina vê rewşê, Polîtburoya PDKê di dema borî de di daxuyaniyekê de amadebûna xwe ji bo gotûbêjkirina ligel YNKê ragihandibû.