Dikaneke Diyarbekirê 130 sal in giya û beharetê difiroşe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Dikana Beharatê ya Kor Yusuf ji sala 1891ê ve li Diyarbekirê xizmeta dermanê giya û beharatê bênavber didomîne. Xwediyê dikanê dibêje 130 sal berê doktor jî nebû, dermanxane jî. Kesên nexweş bi amadekirina dermanê giya baş dibûn û ji ber ku serkeftî bû, ev kevneşopî heta niha hatiye. Her wiha beharatên tam û çêş jî didin xwarinan û sûdên wanên curbicur hene, li vê dikanê tên amadekirin.

Dikana giya û beharetê ya Kor Yusuf, li Diyarbekirê 130 salan zêdetire bênavber xizmetguzariya xwe didomîne. Diyarbekir ku bi çendîn karesatên mezin re rû bi rû ma be jî, navber neketiye kevnepoşiya vê dikanê. Suleyman xwediyê dikanê ye û dibêje, du xizmetên sereke yên dikanê hene.

Xwediyê dikana Beharatê, Suleyman Onur dibêje: “Yekem ji bo xwarinan beharatan amade dikin, ya duyem jî dermanên giya çê dikin. 130 sal berê dermanxane nebû, doktor jî nebû. Nexweş bi dermanên giya baş dibûn. Zanyariyên wî zêde bûn û ji hemû giyayan fêm dikir. Ji giya derman amade dikir û dida nexweşan.”

Suleyman Onur her wiha dide zanîn, niha jî, hin kes bo wan li çiya û siruştê giyayên pêwîst kom dikin. Ew jî bi zanyariyên xwe yên berê dikin derman. Şêniyên Diyarbekirê dibêjin, tama xwarinên xwe bi ezmûna vê dikanê dibînin.

Hurrem Yalçin dibêje: “Tenê ev der dizane pêwîstiyê me bi çi cure beharatên têkel heye. tameke diyar ya xwarinên me heye û ev der van beharatan baş dizane û amade dike.” 

Neviyên Kor Yusuf, li ser kevneşopiya kalê xwe ne û hê jî gelek welatî bo dermanên giya serî li dikanê didin. Her wiha tama xwarinên Diyarbekirê jî bi beharat û ezmûnên vê dikanê berdewam dibe.