HSDê 10 çeteyên DAIŞê li Reqayê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) 10 endamên şaneyên DAIŞê girtin û dest danî ser depoyeke teqemeniyan li taxa El-Cezra ya bajarê Reqayê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hêzên HSD û Asayîşê dest bi hemleyeke lêgerînê kirin û avêtinê ser hin malên li taxa El-Cezra ya bajarê Reqayê, di lêgerîna 10 endamên şaneyên rêxistina DAIŞê desteser kirin.

Da zanîn, hêzên HSD û Asayişê embareke teqemeniyan û hejmareke mezin ji çek û cebilxaneyan dîtin û dest danîn ser wan.

Destnîşan kir jî, operasyona HSD û Asayîşê hevdem bû ligel ragihandina qedexeya derketinê li nava wê taxê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku roja Înê jî di çarçoveya vê operasyonê de, 32 endamên DAIŞê li Reqayê desteser kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) roja 25ê vê mehê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya li Reqayê kir û diyar kir ku ev operasyon ji bo tolhildana kuştina 6 şervanên wan e ku roja 26 meha Berfanbarê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.