Derbarê civîna PDK û YNKê de Konsulxaneya Brîtanyayê peyamek belav kir

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê pêşwazî li civîna herdu polîtburoyên PDK û YNKê dike û vê civîne wek pêngaveke girîng wesf dike.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê pêşwazî li civîna herdu polîtburoyên PDK û YNKê dike û vê civîne wek pêngaveke girîng wesf dike.

Îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an, herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi mebesta çareserkirina kêşeyên navbera xwe, li Silêmaniyê civiyan.

Li ser vê mijarê, Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew pêşwazî li vê civînê û danûstanên navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dikin.

Herwiha di twîtê de hatiye diyarkirin: “Ev civîn pêngaveke girîng e ji bo gihiştina hevtêgihiştina hevbeş bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê.”

Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê eşkere kiriye ku ew çaverêya encamên civînên dahatûyê ne.