Amerîka derbarê civîna PDK û YNKê de: Maleke yekgirtî her dem serkeftî dibe

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêşwazî li civîna îro ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike.

Hewlêr (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê pêşwazî li civîna îro ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dike.

Îro Şemiyê 28ê Çileya 2023an, herdu polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi mebesta çareserkirina kêşeyên navbera xwe, li Silêmaniyê civiyan.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, ew pêşwazî li vê hewldana hevpeymanên xwe yên li Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyên navxwe dikin, ku di berjewendiya xelkê Kurdistanê de ye.

Herwiha Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê detnîşan kir, PDK û YNK bi hev der dikarin Kurdistaneke aramtir û baştir ava bikin.

Di dawiya twîta Konsuxaneya Giştî ya Amerîkayê de hatiye diyarkirin, maleke yekgirtî, her dem serkeftî dibe.