Ji ber şewitandina Qurana Pîroz proseya endambûna Swêdê li NATOyê paş dikeve

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand, ji ber cîbicînekirina daxwazên Tirkiyê û hêrsbûn û xwepêşandanên li hember şewitandina Qurana Pîroz, proseya endambûna welatê wan li NATOyê paş dikeve.

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber xwepêşandan û nerazîbûnên Misilmanan li hember şewitandina Qurana Pîroz, proseya endambûna Swêdê li NATOyê paş dikeve.

Wezîrê Derve yê Swêdê Tobias Billstrom ragihand, ji ber cîbicînekirina daxwazên Tirkiyê û hêrsbûn û xwepêşandanên li hember şewitandina Qurana Pîroz, proseya endambûna welatê wan li NATOyê paş dikeve.

Tobias Billstrom diyar kir ku hikûmeta Swêdê hêvî dike di havîna îsal de proseya endambûna li NATOyê temam bike û bibe endama vê hevpeymaniyê.

Ji 30 welatên endamên rêxistina NATOyê, 28 welatan rizamendî li ser endambûna Swêd û Fînlandayê li NATOyê nîşan dane, tenê Tirkiye û Hungariya rizamendî nedane.