Rûsya: Ukraynayê nexweşxaneyek mûşekbaran kir

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ji ber êrîşên mûşekî yên Ukraynayê bo ser nexweşxaneyekê li herêma Luhansk, 14 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya Ukraynayê bi mûşekbarankirina nexweşxaneyekê tometbar dike, ku di encamê de 14 kes hatine kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand, ji ber êrîşên mûşekî yên Ukraynayê bo ser nexweşxaneyekê li herêma Luhansk, 14 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn.

Herwiha wezaretê diyar kiriye, hêzên Ukraynayê bi mebest û bi sîstema mûşekî ya Himarsa Amerîkî nexweşxane kiriye armanc û di nav kuştiyan de nexweş û karmendên nexweşxaneyê hene.

Şerê Ukraynayê di 24ê Sibata 2022an de dest pê kir û di destpêka şer de Rûsya heta nêzîkî Kîeva paytext pêşve çû û heta niha jî li piraniya deverên Ukraynayê şer berdewam e.