Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej rûda

Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hêza 5.8 pile erdhejekê rûda û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê bi hêza 5.8 pile erdhejekê rûda û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hat hîskirin.

Li gor zanyariyên li ser malpera Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) a Tirkiyê, îşev di demjimêr 21:14 xulekan de li bajarê Xoyê bi hêza 5.8 pile erdhej qewimî.

Hat ragihandin ku erdhej 6.49 kîlometre di bin erdê de rûdaye û li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî hatiye hîskirin.

Heta niha derbarê ziyanên erdhejê de ti zanyariyek nehatiye ragihandin.