Xwişka Serokê Koreya Bakur: Pyongyang ligel Rûsyayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Koreya Bakur piştevaniya serbazî ya Amerîkayê bo Ukraynayê şermezar dike û di wê baweriyê de ye ku Washington şerê bi wekalet li dijî Rûsyayê encam dide.
Serokê Amerîkayê Joe Biden soza daye Kîevê ku 31 tankên Abrams bişîne Ukraynayê, ku wek tanka herî pêşketî ya vê serdemê tê dîtin.
Li ser vê mijarê, Kim Yo-jong, xwişka Serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un, Amerîkayê bi mezinkirina agirê şerê Ukraynayê tometbar dike û dibêje, Washington dike xeta sor derbas bike.
Kim Yo-jong gotiye: “Xwestekeke tawankarî ji aliyê Washingtonê ve ji bo zalkirina hejmûna xwe li cîhanê, bi rêya îdarekirina şerê Ukraynayê, xuya dike.”
Yo-jong diyar kiriye: “Pyongyang her dem ligel Rûsan e û em di eniyekê de pêkve şer dikin.”
Koreya Bakur yekane welat e ku ligel Sûriye û Rûsyayê, serxwebûna Luhansk û Donetsk wek du herêmên Rûsyayê nas kiriye.