HSDê 13 kes li Reqayê desteser kirin

HSD
HSD

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) di çarçoceya operasyona “Tolhildana Şehîdên Reqayê de” 13 kes li bajarê Reqayê desteser kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Hêzên HSD û Asayîşê dest bi hemleyeke lêgerînê kirin û avêtinê ser hin malên li taxên Kaziye û El-Hêf yên bajarê Reqayê, di encama lêgerînan de, 13 bazirganên madeyên hişbir û qaçaxçiyên perçeyên şûnwarî desteser kirin.

Da zanîn, operasyona HSD û Asayîşê hevdem bû ligel ragihandina qedexeya derketinê li nava wan her du taxan.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê eşkere kiribû ku roja Înê jî di çarçoveya vê operasyonê de, 32 endamên DAIŞê li Reqayê desteser kirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) roja 25ê vê mehê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya li bajarê kir û diyar kir ku ev operasyon ji bo tolhildana kuştina 6 şervanên wan e ku roja 26 meha Berfanbarê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Di çarçoveya heman operasyonê de, Hêzên HSD û Asayîşê pêr roja Înê û avêtinê ser hin malên li taxa El-Cezra ya bajarê Reqayê, di lêgerînan de 10 endamên şaneyên rêxistina DAIŞê desteser kiribûn.

Li gorî zanayriyên Rewangeha Sûrî ya Mafên  Mirovan, di çarçoveya vê operasyona HSD û asayişê de, heta niha 123 kes hatine girtin, ji wan 13 bi tometa bazirganiya madeyên hişbir û perçeyên şûnwarî hene.

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan da zanîn, ji destpêka sala 2023an de şaneyên DAIŞê 20 caran êrîşî navçeyên Rêveberiya Xweser pêk anîne, di encama wan êrîşan de jî 18 kes hatin kuştin, 14 ji wan şervanên HSDê û endamên asayîşê ne.