Serok Barzanî ligel Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 29.1.2023an ligel Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd civiya û rewşa siyasî ya navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregaha Barzanî, di hevdîtinê de Konsulusê Kuweytê li Hewlêrê silavên Mîr, gel û Hikûmeta Kuweytê gihandin Serok Barzanî, her wiha tekezî li ser dostanî û pêwendiyên di navbera her du aliyan de kir û aramî û vejîna Herêma Kurdistanê bi nimûneyî bi nav kir.

Her di hevdîtinê de, Serok Barzanî pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê û Kuweytê de bi dîrokî û kûr bi nav kir û ragihand, gelê Kurdistan û Kuwêtê hest bi wan êş û zehmetiyên dikin ku di encama hizra şovenîzmê de bi ser her du gelan hatiye sepandin.

Serok Barzanî tekez kir jî, ji bo biratî û aramiya navçeyê divê dawî li hizra şovenîzm, dagîrkerî û xwesepandinê li navçeya me were.

Rewşa siyasî ya navçeyê û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, mijareke din a hevdîtina di navbera Serok Barzanî û Konsulê Kuweytê yê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd bû.