Demîrtaş: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze berya hilbijartinê êrîşî Kobanê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettin Demîrtaş ragihand, desthilatdarên Tirkiyê beriya hilbijartinan dixwazin êrîşî Kobanê bikin.

Hevserokê berê yê HSDê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” ragihand, Hikûmeta Tirkiyê plan dike, beriya hilbijartinan êrîşî Kobanê bike.

Demîrtaş got jî, divê opozîsyona Tirkiyê li dijî vê planê raweste, ev jî tagîkirina herî mezin a opozîsyonê li dijî vê plana xapînok e.

Hevserokê berê yê HDPê got, divê opozîsyon xwe yekalî bike, yan dê ji bo bidestxistina dengan piştgiriya operasyona leşkerî bike, yan jî dê li dijî şerekî raweste ku tenê armanc ji wê yekê, bidestxistina dengan di hilbijartinan de ye.

Ev yek di demekê de ye, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî berî çend roja ji pêgeha “Almonitor” re ragihandibû, ew pêşbînî dike ku Tirkiye di meha Sibatê de operasyoneke leşkerî li dijî bajarê Kobanî pêk bîne.