Komeleya Kurdî-Almanî li Schleswig-Flensburg hate damezirandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Schleswig-Flensburg yê Almanyayê, damezrandina Komeleya Kurdî-Almanî li Schleswig-Flensburg hate ragehandin.

Serokê Komeleya Kurdî-Almanî li Schleswig-Flensburg Amed Doskî ji K24ê re ragihand, armanca wan ji vê komeleyê, nasandina çanda Kurdî, piştgirîkirina Kurdên ku li Almanyayê dijîn, vekirina xulên fêrkirina ziman, danîna pêwendiyê bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda de û peydakirina piştgiriyê ji bo her çar perçeyên Kurdistanê re ye.

Destnîşan kir jî, li bajarê Schleswig-Flensburg gelek dostên Kurdan hene û ew bi hev re hewl didin piştgiriya Kurdan li her cihekî bikin.

Derbarê zimanê Kurdî de jî Amed Doskî da zanîn, projeyeke wan heye ji bo pêwendiyê di navbera dibistanên Schleswig-Flensburg û dibistanên Herêma Kurdistanê de ava bikin, ji bo ku xwendekarên Kurd fêrî zimanên Kurdî binin.

Destnîşan kir jî, berî belavbûna vîrûsa Koronayê, wan bi riya komelên din, xulên xwebexş ên fêrkirina zimanê Kurdî vekiribûn, niha jî ew hewl didin bi riya vê komelaya Kurdî – Almanî xulên din ên fêrkirina zimanê Kurdî vekin.

Ji aliyekî din ve, Endama Desteya Serokatiya Komeleya Kurdî-Almanî Sylke Willig ji K24ê re got: “Bi şanazî ve, îro em dikarin bibêjin ku damezirandina Komeleya Kurdî-Almanî li devera me hate ragehandin, bi rêya vê komeleyê em bi dilxweşî dixwazin xelkê ku li herêma me dijîn, bi rewşa Kurdên li her deverê û Kurdistanê bi giştî agahdar bikin. Em dixwazin li ser rewşa Kurdan şirove bikin û em ê hewil bidin gelek çalakiyan encam bidin.”