Vala Ferîd: Dadgeha Federal ne destûrî ye û wek dadgeheke navendî tevdigere

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Herêmê bo Karûbarê Parlamentoyê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê Vala Ferîd ragihand, pêkhateya Dadgeha Federal ne destûrî ye û ew biryarên ku dide jî siyasî ne.

Wezîra Herêmê bo Karûbarê Parlamentoyê di Hikûmeta Herêma Kurdistanê Vala Ferîd di dema beşdarbûna bernameya “Basî Roj” a K24 de got: “Pêkhateya niha ya Dadgeha Federalî ne destûrî ye û ne li ser bingeha destûra Iraqê ye.”

Diyar kir jî: “Nimûneya niha ya pêkhateya Dadgeha Federal a Iraqê li her dewleteke federal de nîne, ku divê nûnerên herêman jî di dadgeha federalî de hebin û razîbûna nûnerên herêman jî li ser her biryareke girêdayî herêma wan bê wergirtin.”

Vala Ferîd destnîşan kir, “Biryarên Dadgeha Federal bi piranî û siyasî ne, ev jî bûye sedem ku ev dadgeh wek dadgeheke navendî, ne ku wek dadgeheke federal be.”

Dadgeha Federal a Iraqê roja 25/1/2023an, di dawî biryara xwe ya li dijî Herêma Kurdistanê de, hemû biryarên ku hikûmeta Iraqê ji bo şandina pereyan ji Bexdayê bo Herêma Kurdistanê dane, betal kirin.

Ji sala 2014ê ve hikûmeta Iraqê pişka bûdceya Herêma Kurdistanê biriye, lê çend caran bi rêkeftinan hin pereyên diyarkirî şandine. Ev yek jî gelek caran bi biryarên siyasî yên Dadgeha Federal astengî jê re dirust kirine.