HSDê 3 endamên DAIŞê li Reqayê desteser kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) 3 kes li bajarê Reqayê desteser kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê belav kir, Hêzên HSD û Asayîşê dest bi hemleyeke lêgerînê li taxa Firat û taxên li ser rêya Kornîş Nezlêt Şihade yên bajarê Reqayê û gundê Sefsafê yê ser bi Tebqayê ve kirin.

Diyar kir jî, di encama lêgerînan de, 3 endamên DAIŞê ligel hejmarek ji çek û teqemeniyan hatin desteserkirin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) roja 25ê vê mehê li dijî şaneyên DAIŞê dest bi operasyoneke nû ya li bajarê kir û diyar kir ku ev operasyon ji bo tolhildana kuştina 6 şervanên wan e ku roja 26 meha Berfanbarê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

Di çarçoveya heman operasyonê de, Hêzên HSD û Asayîşê pêr roja Şemiyê dest bi hemleyeke lêgerînê kirin û avêtinê ser hin malên li taxên Kaziye û El-Hêf yên bajarê Reqayê, di encama lêgerînan de, 13 bazirganên madeyên hişbir û qaçaxçiyên perçeyên şûnwarî desteser kirin.