Demîrtaş: Eger piştgiriya Erdogan bikim, ez ê sibe werim azadkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Selahattîn Demîrtaş ragihand, eger piştgiriya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bike, sibe dê azad bibe û li Koşka Serokomariya Tirkiyê were pêşwazîkirin.
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ji malpera T24ê re ragihandiye, eger îro ji bo hilbijartinanên serokomariya Tirkiyê piştgiriya Recep Tayyip Erdogan bike, sibe dê ji girtîgehê were azadkirin.
Selahattîn Demîrtaş gotiye: “Eger îro em biryara piştgiriya Erdogan bidin, sibê zû ez ê werim azadkirin û bi helîkoptera serokomariyê bo koşkê werim veguhestin û dibe ku firavînê jî li wir bixwim.”
Demîrtaş eşkere kiriye: “Lê belê ez wek xwe hatim vê derê û ez ê wisa derkevim. Ez ê şîva xwe ya ewil jî li mala xwe bixwîm, soza min ji keça min a biçûk re heye.”