Li Almanyayê siyasetmedarekî Kurd bû qaymeqam

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Alî Dogan li herêma Minden Lubecke a ser bi eyaleta Nordrhein-Westfalen, di hilbijartinên qaymeqamiyê yên roja Yekşemê de bi ser ket.
Alî Dogan ku namzetê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) bû, du hefte berê di gera yekem a hilbijartinan de bûbû yekem, lê belê ji ber ku negihîştibû rêjeya ji sedî 50 ya dengan, gera duyem a hilbijartinanhat encamdan.
Dogan di gera duyem a hilbijartinan de, bi rêjeya ji sedî 55,8 deng bi dest xistin, namzetê li hember wî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xirîstiyan (CDU) Jorg-Michael Schrader jî, bi rêjeya ji sedî 44,2 deng wergirtin.
Alî Dogan li Almanyayê bû yekem Kurdê ku dibe qaymeqam û Dogan dê heta 8 salan postê qaymeqamiya Minden Lubecke birêve bibe.
Li Almanyayê li gelek herêman qaymeqam ji aliyê gel ve têne hilbijartin û erkên qaymeqaman; ewlehî, perwerdehî û tendirustiyê li xwe digre.
Herêma Minden Lubecke li ser rûberê 152 kîlometre çargoşe ye û 311 hezar kes tê de dijîn, herwiha 11 navçe û gund girêdayî wê ne.