Heta niha 10 welatan komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kirine

Koordînatorê Ofîsa Raspardeyên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, heta niha 10 welatan komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve, wek jenosîd nas kirine.
Dîmeneke Şingalê ya sala 2015an
Dîmeneke Şingalê ya sala 2015an

Hewlêr (K24) – Koordînatorê Ofîsa Raspardeyên Navdewletî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, heta niha 10 welatan komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve, wek jenosîd nas kirine.

Dîndar Zêbarî ji malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye, biryara Parlamentoya Almanyayê ku komkujiya Êzidiyan wek jenosîd nas kir, biryareke girîng e, çimkî roleke girîng a Almanya û Ewropayê di proseya nasandina vê komkujiyê de heye.

Zêbarî diyar kiriye: “Komkujî, tawana şer û tawana dijî mirovahiyê, sê tawanên navdewletî ne, Encûmena Asayîşa Navdewletî ji sala 2017an ve pêdagirî li ser kiriye û tîmeke navdewletî bi navê UNITAD jê re damezrandiye.”

Herwiha eşkere kir: “Ji aliyê siyasî û mirovî ve, naskirina Parlamentoya Almanyayê ya komkujiya dijî xwişk û birayên Êzidî, pêngaveke girîng e, çimkî me li Herêma Kurdistanê, hevkariya Almanya û gelek welatên din ên navdewletî di warê danûstandina data û zanyarî û lêkolînan de, çi li ser asta Iraqê û çi li ser welatan jî kiriye.”

Li ser proseya qerebûkirina Kurdên Êzidî, Dîndar Zêbarî ragihand, proseya qerebûkirina Êzidiyan bi sê qonaxan dibe:

Qonaxa yekem: Lêkolîn û komkirina data û zanyariyan.

Qonaxa duyem: Mekanîzmaya niştimanî ku bi Iraqê ve girêdayî ye, niha Iraqê yasaya rizgarbûyên jêrdestê DAIŞê derxistiye ku Êzidî beşa herî sereke ne, lê belê gelo ew pere çi wext dê ji bo wan were terxankirin, ew dem dixwaze.

Qonaxa sêyem: Vegerandina awareyan e ku zêdetirî 135 hezar Êzidî ne.

Dîndar Zêbarî herwiha diyar kiriye: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd, dema rizgarkirina Şingal û ew dever û navçeyên ku ketibûn bin destê DAIŞê, 1700 şehîd û nêzîkî 11 hezar birîndar dane, hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo proseya rizgarkirina Êzidiyan, di babeta dokument û arşîvkirina tawanên DAIŞê de berdewam e û Hikûmeta Herêmê karên rijd kirine û arşîveke rêkûpêk û gelek data û zanyarî xistine ber destê tîmên navdewletî, da ku sûdê jê werbigrin.”

Zêbarî tekez kir, dadgehîkirina endamên DAIŞê li Herêma Kurdistanê dest pê kiriye û heta niha zêdetirî hezar û 600 terorîst li gor yasaya dijî terorê ya sala 2006an hatine dadgehîkirin û bi tenê di sala 2021 û 2022an de nêzîkî 300 endamên DAIŞê hatine dadgehîkirin û ev prose berdewam e.