Du Pêşmerge bi lêdana birûskê birîndar bûn

Du Pêşmergeyên ser bi Yekeya Heştê, li ser Çiyayê Mamerût, bi lêdana birûskê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Hewlêr (K24) – Du Pêşmergeyên ser bi Yekeya Heştê, li ser Çiyayê Mamerût, bi lêdana birûskê birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Rêveberê Tendirsutiya Çomanê Dr. Ehmed Hesen ji Kurdistan24ê re ragihand: “Piştî ku em hatin agahdarkirin, rasterast ligel tîmeke hawarçûnê ku ji bijîşkê pispor, karmendên tendirustiyê û du otomobîlên hawarçûnê, em gihîştin Çiyayê Mamerût, lê belê ji ber berf û xirabiya rê, me bi zehmetî karî herdu Pêşmergeyan bigihînin cem otomobîlên hawarçûnê.”

Dr. Ehmed Hesen diyar kir: “Herdu Pêşmerge di rewşa şokbûnê de ne, lê belê niha em niha di rê de ne, da ku em wan bigihînin binkeya tendirustiyê ya bajarokê Qesrê û piştî tedawiya destpêkê û bilez em ê wan bişînin Nexweşxaneya Aştî ya li Soranê.”