Blinken: Nabe bihêlin destê Îranê bigihe çekê atomî

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, ew ligel Îranê hevahengiyên xwe ji bo rûbirûbûna metirsiyên Îranê li navçeyê bihêztir dikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand, ew ligel Îranê hevahengiyên xwe ji bo rûbirûbûna metirsiyên Îranê li navçeyê bihêztir dikin.

Antony Blinken li Îsraîlê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, nabe ti car rê bidin ku destê Îranê bigihe çekê atomî.

Blinken destnîşan kir: “Gotûbêjên me ligel Îsraîlê li ser bihêzkirina hevahengiyên me bû ji bo rûbirûbûna çalakiyên Îranê yên li ser asayîşa navçeyê.”

Herwiha diyar kir: “Îranê bi awayekî berdewam alîkariya rêxistinên terorê kiriye, ku êrîş dikin ser Îsraîl û welatên din.”

Derbarê alîkariyên serbazî yên Îranê bo Rûsyayê de, Blinken got: “Rejîma Îranê dronan dide Rûsyayê, ku ji bo kuştina xelkê sivîl ê bêtawan ê Ukraynî bi kar tînin, li hember wê jî Rûsya çekan dide Îranê.”