Fînlanda: Em nahêlin Quran were şewitandin

Polîsê Fînlandayê ragihand, ew ti carî nahêlin Qurana Pîroz li Fînlandayê were şewitandin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Fînlandayê ragihand, ew ti carî nahêlin Qurana Pîroz li Fînlandayê were şewitandin.

Desteya Rêveberiya Polîsê Fînlandayê diyar kir, şewitandina Quranê yan her pirtûkeke din a olî, wek tawana li dijî azadiya olan tê hejmartin.

Serokê Pişkêner Vesa Pihajoki eşkere dike, eger kesek bixwaze Qurana Pîroz bişewitîne, ew ê ji aliyê polîsan ve were desteserkirin.

Profesorê li Zanîngeha Helsinki û mamosteyê yasaya tawanan jî dibêje: “Li cem me yasayî nîne ku mirov di dema xwepêşandanan de bi bihaneya azadiya ramanan, pirtûkên olî yan Quran bişewitîne.”

Herwiha dibêje: “Ev reftareke wisa nîne ku mirov bi awayekî otomatîkê parêzgariya wê bike, çimkî ev yek di bingeha xwe de wek tawan tê hejmartin.”