Maseya Şeşalî nexşerêya xwe ya piştî hilbijartinan aşkere kir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Maseya Şeşalî nexşerêya xwe ya piştî hilbijartinan eşkere kir. Nexşerêya bi navê Polîtîkayên Hevbeş wek bernameya hikûmetê ya maseya şeşalî tê dîtin. Li ser Pirsa Kurd xalên girîng li derveyî ew bernameyê mane. Çaverê tê kirin mase kandîtê xwe yê Serokkomariyê jî di civîna pêşîn ya 13ê Sibatê de diyar bike.

Maseya Şeşalî bi navê “tifaqa millet” ber bi hilbijartinan ve tifaqa xwe didomîne. Di civîna dawîn da mase, liser têksta bi navê polîtîkayên hevbeş rêkeftibû. Rêkeftina ku nêzî ji 250 rûpelan ve pêk tê, û li ser 9 sernavan radiweste îro bi raya giştî re hat parvekirin. Hiqûq, dad û daraz, birêveberiya dezgehên resmî, pêşîgirtina li gendeliyê, aborî, zanist û geşepêdan, perwerde, siyaseta derve, ewlehî û koçberî, beşek ji wan sernavan in. Di rêkeftinê da xalên wek pêşî girtina li qeyyûmên şaredariyan û zehmetkirina girtina partiyên siyasî jî cih girtin.

Cîgirserokê Partiya DEVAyê Idrîs Şahîn ji K24ê re got: “Di nav rêkeftina me da bo jiyanek birûmet bo her welatiyekê, ji jidayîkbûn heta mirinê, hemû tişt hatiye mîsogerkirin. Çaksaziyên berfireh di nav xwe da dihevîne.”

Tevî berfirehiya rêkeftina maseya şeşalî, cihnegirtina pêngavên bi pirsa Kurd re pêwendîdar yên wek zimanê zikmakî û terîfa hevwelatîbûnê, dîsa bal kişand. Nûnerên maseyê liser vê rexneyê wiha dibêjin.

Cîgirseroka Partiya Gelecek Prof. Serap Yazici dibêje: “Kurd û Tirk û Elewî û Sunnî di bernameyên me da cudahiyek di navbera wan da tune ye. Heger Destûra me û bernameyên me, mafên mirovî û rûmeta welatiyek wek bingeha xwe qebûl dike, ji xwe dê mafên hemû aliyan biparêze.”

Biryar e Maseya Şeşalî kandîtê xwe jî 13ê Sibatê diyar bike. Çavkaniyên siyasî egera kandîtiya serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek egerek mezin dibînin.

Rapirsiyên civakî dibêjin bêyî piştgiriya HDPê biserkeftina Maseya Şeşalî di hilbijartinan da nepêkan e. Lê di nexşerêya piştî hilbijartinan di navbera 6 partiyan da tê dîzaynkirin. HDP ji 4 partiyên Maseyê zêdetir dengan distîne. Lê heger mase serbikeve partiyên ji HDPê piçûktir dê zêdetir erk hebin. Xuya ye ku ev xale rêya nîqaşên nû weke.