PSK: Ger em hêzên xwe bikin yek em ê bikaribin bi ser bikevin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK) îro 31.1.2023an daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir û tê de bang li aliyên siyasî yên Kurd kir ku ew dikarin hilbijartinê bikine derfetek ji bo ku daxwazên lezgin ên gelê Kurd bêxine rojeva siyasetê.

Daxuyaniya Meclisa PSKê:

Meclisa Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK), di 29.02.2023an da civiya û li ser xalên rojevê xwe û rewşa siyasî ya navçeyê guftûgo kir û biryar da, ku belavoka jêrê pêşkeşê bîrûrayê giştî û medyayê bike.

Sîstema Navnetewî ya Dijî Kurd Hildiweşe

Li Rojhilata Navîn nearamiya civakî, ku ji qeyrana siyasî, civakî û aboriyê serçave digrin, roj bi roj zêde dibin. Sistema desthilatdar yên welatên navçe, meşruyetên xwe winda dikin. Navçe serûbin dibe, ku berhema serhildana pêkhateyên olî û netewiyên cuda ne û di navenda qeyranên siyasi û pêlên guhartine da Kurd û Kurdistan hene.

Li ser Peymana Lozanê, ku bûye sedama bindestiya gelê Kurd û parçe-parçe bûna Kurdistanê, sed sal derbas bû. Gelê Kurd di sed salê derbasbûyî da di bin zilm û zordari û asimilasyona bê wêne da bû. Gelê Kurd li hember siyaseta hanê, bi fêdakariyeka bê wêne berxwedaye û bi vî awayî  hebûna xwe heya îro parastiye û vîna xwe ya bo azadî zindî ragirtiye. Di encama xebata azadî a berheq û meşru, statuya heyî, ku berhema Peymana Lozanê ye, hildiweşe. Situna Iraqê ya sistema navnetewî, ku sedsal berê li Lozanê hatiye ava kirinê, hilweşiyaye û situnên Suriyê û Îranê jî ketine pêvajoya hilweşandinê.

Ceribandinê dirokî û navçeyê rastiyek nişan dide: heya ku mafên netewî û demokratik a gelê Kurd neyê nasandinê, di welatên navçeyê da aşitî û seqamgirî cîgir nabe. Bi gotineka dinê va, li Rojhilata Navîn Kurd bûye aktorê serekî di warê demokrasi û seqamgiri da.

Ev yêka hanê derheqa Tirkiyê da jî bi vî awayî ye.

Li Tirkiyê qeyrana siyasî û aboriya kur heye, ku di diroka vê welatê da bê wêne ye. Qeyrana hanê qeyraneka giştî ye û eşkere ye, ku sedema qeyranê jî siyaseta zordari û tundutîjiyê ye. Bi taybetî siyaseta tundûtîjiya 5-6 salên dawiyê bûye sedema bi rêva birina taqekesî û sîstema diktatoriyê. Ji ber têgihiştina hanê a zordar, serçavayên aborî bona çek û şer têne xerç kirin û têgehiştina hanê her usa sedema kûrtir bûna hêjariyê ye. Civat dirize , baweriya endamên civak bo duwerojê xwe nemaye; hestê dadperwerî û ewlehiya canî jî...

Li Tirkiyê, di hel û mercê usa ne dîyar û aloz da, wê hilbijartin were çêkirinê.

Di vê hilbijartinê da em li aliyê aşitî, demokrasî û asayîbûnê da ne

Bi gotineka din a Turkiyê li ber durêyanê da ye.

An Tirkiyê bi têgihiştina nasyonalist, şovên û mîlîtarist ve ber bi qeyrana bê dawi û duwarojê tarî diçe.

An ji dev jê bi rêvabirinê bi şiveyê zordarî û mîlîtarîst berdide û asayî bûn û maf û azadiyên bingehî cigir, dadperweri zal dibe.

Xilasbûna Tirkiyê ji vê qeyranê û cîgirbûna aşitî û demokrasiyê, berê her tiştê girêdayiya gavên, ku di warê pirsa Kurd da divê were avêtinê ye.

Di vê derheqê da gavên lezgîn ên ku divê bêne avetîn eşkere ne:

- Divê zimanê Kurdî di hemû qonaxên perwerdeyiyê da bibe zimanê perwerdeyî û her usa di kar û barên fermi da bibe zimanê resmî.

- Di destûrê da nasnameya Kurdî were nasîn û desteber kirinê.

- Divê azadiya bîr û bawer û rêxistinbûnê bona Kurdan were nasîn û ava kirina her cure rêxistin bi navê Kurd û Kurdistan azad be.

- Navê Kurdî yên hemû gund û dest û çiyayan, divê bêne vegerandinê.

- Divê gorên hemû serok û şahsiyetên Kurd were eşkere kirinê.

- Bona aşitiya mayende û pêkanina helûmercê li bar ji bona çareseriyê, divê operasyonên leşkerî were rawestandine û girtiyên siyasî werin azad kirinê.

Eger gavên hanê yên mirovî û demokratik, ku me li jorê behsa wan kir, werin avêtin, rêya çareseriya pirsa Kurd vedibe û Tirkiyê zencirên xwe diqetine û pêşve diçe.

Partiya Soyalîst a Kurdistanê (PSK) banga hemû aliyên siyasî yên Kurd dike, ku li dor daxwazên hanê bêne ba hev û bi hevra bona bi destxistin û desteberkirina destûriya wan xebat bikin.

PSK piştrast e, tu hêz nikare pêşiya xebata gel, ku li ser daxwazên rewa yek bûne, bigre.

Çarçeveya ku me li jorê bahs kir, derbareyê hilbijartinê da halwesta Partiya me wê destnişan bike.

Di hilbijartinê da em li aliyê aşitî, demokrasî û asayi bûnê da ne.

Em dikarin hilbijartinê bikine derfetek bona, ku daxwazên lezgin ên gelê Kurd bêxine rojeva siyasetê.

Ji bona vê yekê jî yekitiya berfireh a aliyên siyasî yên Kurd ji her demê pirtir girîng e. Em amade ne bona pêkanina yêkitiya hanê, bi hestên berpisiyariya dirokî ve rola xwe bileyzin.

Ger hêzên xwe bikine yek ne tenê di hilbijartinê da serdikevin, her usa dehatuya xwe jî misoger dikin.

31.01.2023

Meclisa Partiyê a Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK)