Baroya Şirnexê li hember tundiya li ser jinekê li deriyê Xabûrê, pêvajoya yasayî da destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî ku dîmenên tundiya ser jinekê ya Deriyê Xaburê belav bû, Baroya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan derbarê kesê tundiyê li hember wê jinê bi kar tîne de pêvajoya yasayî dane destpêkirin.

Di medyaya civakî de belav bû ku li Gumrika Deriyê Xaburê kesek ji hêzên ewlekariyê li hember 2 kesan ku yek ji wan jin e, tundûtujiyê bi kar tîne.

Li ser belavbûna dîmenên bûyerê, Baroya Şirnexê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Baroya Şirnexê dibêje wan li ser bûyerê dest bi lêkolînan kirine û derbarê kesên berpirsê bûyerê ne de ku hember welatiyan tundî bi kar anîne pêvajoya yasayî dane destpêkirin.

Bûyer, piştî ku ji aliyê K24ê ve hat parvekirin di medyaya civakî de jî deng veda û gelek kesan hember dîmenan bertek nîşandan û hat gotin ku nayê qebûlkirin hember jinekê wisa tundî were bikaranîn û banga sizadana berpirsan hat kirin.

WELATIYÊ KU RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT: JI ME RE GOTIN 'HÛN HEYWAN IN'

Welatiyên ku li Deriyê Sînorî yê Xabûrê rastî tundiya karmendên gumrikê hatin, nişteciyên navçeya Silopyayê ne û navên wan Îrfan Ozdemîr û Yildiz Ozdemîr e.

Kurdistan24ê xwe gihande Îrfan Ozdemîr ku li deriyê Xabûrê rastî êrîşê hat.

Îrfan Ozdemîr diyar kir ku ew malbateke hejar in û debara xwe bi bazirganiya sînor dikin.

Derbarê bûyerê de Ozdemîr eşkere kir: “Bi şev derdora demjimêr 00:30 -01:00, em ketin Xabûrê, li ser me geriyan, dest danîn ser alavên ku me bi xwe re anîbûn. Dema ku min bertek nîşan da, yek ji karmendên gumrikê ji me re heqaretê kir û got 'hûn heywan in'. Min jî got 'mirov têne vê derê, ne heywan', li ser vê gotinê, li min dan û wan ez avêtim erdê. Hevjîna min Yildiz bertek nîşan da û got 'Zilamê min nexweş e, du car anjiyo bûye, nekin', li ser van gotinan, li wê jî dan.”

Îrfan Ozdemîr ragihand ku ew ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê rapora lêdanê werbigre û li Rêveberiya Ewlehiyê gilî tomar bike.