Baroya Şirnexê derbarê bûyera Xabûrê de gilî tomar kir

Hewlêr (K24) – Baroya Şirnexê ragihand, wan derbarê bûyera îro de ku li Deriyê Sînorî yê Xabûrê jin û mêrek ji aliyê karmendên gumrikê ve hatibûn lêdan, gilî tomar kir.
Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Gelek caran tê diyarkirin ku demeke dirêj e li Deriyê Sînorî yê Xabûrê karmendên fermî li hember welatiyên me reftarên wan ên heta tundiya fîzîkî hene.”
Di daxuyaniya baroyê de hatiye destnîşankirin ku îro li deriyê Xabûrê dîmenên tundiya li hember jin û mêrekî derketine holê û Baroya Şirnexê dest bi rêkarên pêwîst kiriye û li Serdozgeriya Komarî ya Silopiyê gilî tomar kiriye.
Di medyaya civakî de belav bû ku li Gumrika Deriyê Xaburê kesek ji hêzên ewlekariyê li hember 2 kesan ku yek ji wan jin e, tundûtujiyê bi kar tîne.
WELATIYÊ KU RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT: JI ME RE GOTIN 'HÛN HEYWAN IN'
Welatiyên ku li Deriyê Sînorî yê Xabûrê rastî tundiya karmendên gumrikê hatin, nişteciyên navçeya Silopyayê ne û navên wan Îrfan Ozdemîr û Yildiz Ozdemîr e.
Kurdistan24ê xwe gihande Îrfan Ozdemîr ku li deriyê Xabûrê rastî êrîşê hat.
Îrfan Ozdemîr diyar kir ku ew malbateke hejar in û debara xwe bi bazirganiya sînor dikin.
Derbarê bûyerê de Ozdemîr eşkere kir: “Bi şev derdora demjimêr 00:30 -01:00, em ketin Xabûrê, li ser me geriyan, dest danîn ser alavên ku me bi xwe re anîbûn. Dema ku min bertek nîşan da, yek ji karmendên gumrikê ji me re heqaretê kir û got 'hûn heywan in'. Min jî got 'mirov têne vê derê, ne heywan', li ser vê gotinê, li min dan û wan ez avêtim erdê. Hevjîna min Yildiz bertek nîşan da û got 'Zilamê min nexweş e, du car anjiyo bûye, nekin', li ser van gotinan, li wê jî dan.”
Îrfan Ozdemîr ragihand ku ew ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê rapora lêdanê werbigre û li Rêveberiya Ewlehiyê gilî tomar bike.