PAK banga hilbijartina dersa zimanê Kurdî dike

Li Diyarbekirê rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) belavokên dersa kurdî ya hilbijare belav kirin û bang li welatiyan kirin ku zarokên wan dersa kurdî ya hilbijare hilbijêrin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) belavokên dersa kurdî ya hilbijare belav kirin û bang li welatiyan kirin ku zarokên wan dersa kurdî ya hilbijare hilbijêrin. Siyasetmedarên PAK’ê dibêjin; bila welatî nebêjin di hefteyê de du saet kêm in û bila  wan herdu demjimêran jî hilbijêrin. Welatî jî dibêjin; ew ê li zimanê xwe xwedî derbikevin da ku zimanê wan neyê jibîrkirin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, proseya serlêdana dersa kurdî ya hilbijare berdewam dike. Rêveber û endamên Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) êlekên ku bi kurdiya kurmancî û zazakî li ser “zimanê me hebûna me ye” hatibû nivîsandin wergirtin û bi belavokan bang li welatiyan kirin ku zarokên wan dersa kurdî hilbijêrin.

Endamê Cıvata Rêvever a PAKê Talih Sana ji K24ê re diyar kir: “Em ji welatiyan dixwazin ku bila zarokên wan dersa zimanê xwe hilbijêrin. Lê tenê dersa hilbijare têrê nake. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Di hefteyê de du saet têrê nake, lê belê niha bila wî mafê xwe werbigirin. Ev mafê kurdan e.”

Di çarçoveya xebatan de bi riya belavkirina bi hezaran belavokan, welatî di mijara dersa kurdî ya hilbijare de têne agahdarkirin. Welatî jî eleqeyê didin proseya dersa hilbijare û heta niha bi hezaran xwendekar bi piştgiriya malbata xwe dersên kurdiya kurmancî û zazakî hilbijartine. Welatî dibêjin; zimanê me rûmet û hebûna me ye û da ku winda nebe divê em lê xwedî derkevin.

Welatiyê bi navê Îlhamî Yildiz ji K24ê re diyar kir: “Zimanê kurdî zimanê me ye, divê em hemû bi hev re li zimanê dayîka xwe xwedî derkevin. Divê em bi zimanê xwe biaxivin, bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê em zimanê xwe winda nekin. Divê her kes bi zarokên xwe re li mala xwe jî bi kurdî biaxive.”

Herwiha welatiyekî din jî dibêje: “Em dixwazin zimanê kurdî serbest be, li dibistanan bibe zimanê fermî û mecbûrî. Bila miletê kurd hemû di mala xwe de jî li zimanê xwe xwedî derkeve. Dema ku malbatan bi zarokên xwe re jî zimanê xwe axivîn dê neyê jibîrkirin.”

Rêveber û endamên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl li ber derê dibistanan, li kûçe û kolanan digerin û bi belavokan bang li welatiyan dikin ku ew heta 10’ê Sibatê bi zarokên xwe dersa kurdî ya hilbijare bibijêrin. Di hefteyê de tenê du demjimêr jî perwerdehî bê dayîn da ku zarok ji vê derfetê sûdê werbigirin bangewaziyê dikin.