Iraq çarem mezintirîn hawirdekarê kelûpelên Tirkiyê ye

Desteya Amarên Tirkiyê ragihandiye, di meha Berfanbara borî de, Iraq bûye çarem mezintirîn hawirdekarê kelûpelên Tirkiyê.

Hewlêr (K24) – Desteya Amarên Tirkiyê ragihandiye, di meha Berfanbara borî de, Iraq bûye çarem mezintirîn hawirdekarê kelûpelên Tirkiyê.

Di raportê de Desteya Amarên Tirkiyê eşkere kiriye, Iraq bi kirîna bi bihayê milyarek û 313 milyon Dolar kelûpelên Tirkiyê, di meha Berfanbarê de çarem mezintirîn hawirdekar bûye.

Li gor raportê, di 12 mehên sala 2022an de Almanya bi 21 milyar ü 145 milyon Dolar di rêza yekem de cih digre, Amerîkayê jî bi 16 milyar û 882 milyon Dolar kelûpelên Tirkiyê hawirde kiriye, herwiha Iraq jî bi qasî 13 milyar û 11 milyon Dolar kelûpel ji Tirkiyê kirrîne, piştre Brîtanya û Îtalya tên.

Herwiha hatiye destnîşankirin ku di nava sala 2022an de Tirkiye bi bihayê zêdetirî 254 milyar Dolar kelûpel hinardeyî welatan kirine û danûstandina bazirganiya Tirkiyê di sala 2022an de li gor sala 2021ê, bi rêjeya %12 bilind bûye.