Mela Re'd Omerbilî: Beşek ji olên li Kurdistanê hene li bajarên din ên Iraqê qedexe ne

Melayekî li Herêma Kurdistanê diyar dike, beşek ji wan olên ku li Herêma Kurdistanê hene, li bajarên din ên Iraqê hatine qedexekirin.

Hewlêr (K24) – Melayekî li Herêma Kurdistanê diyar dike, beşek ji wan olên ku li Herêma Kurdistanê hene, li bajarên din ên Iraqê hatine qedexekirin.

Mela Re'd Omerbilî beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pêkvejiyana ol û pêkhateyên li Herêma Kurdistanê got: “Herêma Kurdistanê bûye dergûşa pêkvejiyana navbera ol û pêkhateyan, ev yek ji bav û bapîrên me ve her hebûye, pêkvejiyana olî li Kurdistanê, ne niha ye, ji berê ve heye, ji serdema Şêx Ebduselam Barzanî û Mela Mistefa Barzanî heta niha ku li jêr sîwana Serok Mesûd Barzanî ev pêkvejiyana li Kurdistanê parastî ye.”

Omerbilî destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beriya niha navê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Îslamî guherand û kire Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, da ku hemû ol, xwe tê de bibînin, herwiha rêveberî ji bo hemû olan li nav wezaretê hatine vekirin û girîngiyeke mezin bo wan hatiye dayîn.”

Herwiha eşkere kir: “Beşek ji wan olên ku li Herêma Kurdistanê hene, heta niha li bajarên din ên Iraqê qedexe ne û rê nayê dayîn ku bîr û baweriyên xwe bijîn, heta têne desteserkirin û digihe wê astê ku têne darvekirin, lê belê li Herêma Kurdistanê ji bo wan rêveberî hatine vekirin.”

Mela Re'd Omerbilî destnîşan kir ku li Wezareta Ewqaf bi navê pêkvejiyan rêveberiyeke taybet heye û got: “Rola berçav a melayan heye di pêkvejiyana Herêma Kurdistanê.”