Yekîtiya Baroyên Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo Serokê Baroya Diyarbekirê ragihand

Gefên ku li ser medya civakî, li Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren tên xwarin, ji aliyê Yekîtiya Baroyan û saziyên sivîl ve hat şermezarkirin.
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren
Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren

Diyarbekir (K24) - Gefên ku li ser medya civakî, li Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren tên xwarin, ji aliyê Yekîtiya Baroyan û saziyên sivîl ve hat şermezarkirin. Baroya Diyarbekirê û Yekîtiya Baroyên li Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo Nahît Eren ragihandin û bang û daxwaz li rayedaran kirin ku berpirsên wan gefan, demildest diyar û ceza bikin.

2 roj berê li ser hin hesabên medya civakî, wêneyên malbat û zarokên Nahît Eren, hatin parvekirin û gef li Serokê Baroya Diyarbekirê û xizm û malbata wî, hatibûn xwarin. Eren bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew têkoşîna xwe ya parastina maf û azadiyan bi wan gefan nahêlin û ji bo ku ew kes bên diyarkirin û cezakirin jî, serî li dozgeriyê daye.

Îro jî Baroya Diyarbekirê û baroyên din yên li  Tirkiyê, bi daxuyaniyan bang û daxwaz ji rayedaran kirin ku demildest berpirsên wan gefan bên dîtin da ku êşa Tahîr Elçî dubare nebe û encamdanên xeter rûnedin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li Tirkiyê, berê bi sedan mafparêz, bi gefên wiha re rûqal mane û ew hêzên tarî ku van gefan dixun û mafparêzan dikin armanc, dibin sedema êşên giran. Loma jî divê demildest û beriya ku dereng bê mayîn, kesên ku wan gef û êrişan dikin, ji aliyê sazî û kesên berpirsyar yên dewleta Tirkiyê ve bên diyar kirin û cezakirin.

Yekîtîya Baroyên Tirkiyê jî, bi daxuyaniyekê ragihandiye ku ew piştgirê Nahît Eren û malbata wî ne û çaverê dikin ku rayedarên hikûmet û dewletê, vê mijarê ronî bikin.

Piştî wan daxuyaniyan Nahît Eren ji bo piştgiriya saziyên sivîl û Baroyan spasî kir û bal kişand ku Baroya Diyarbekirê, ti carî li hember gef û êrişên wiha ji xeta parastina maf û azadiyan paşde gav neavêtiye û dê bibiryar têkoşîna parastina maf û azadiyan bidomînin.