Brîtanya Bexda û Hewlêrê han dide ku bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Brîtanya li Iraqê pêşwazî li civîna navbera di Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Kurdistanê (YNK) dike û dibêje, welatê wî Hewlêr û Bexdayê han dide ku pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê 01.02.2023 li bajarê Hewlêrê, ligel Balyozê Brîtanya yê Iraqê Mark Bryson Richardson civiya.

Di civînê de, her du aliyan tekez li ser pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Brîtanyayê kirin, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên Hewlêr-Bexdayê û pêşhatên navçeyê bi giştî gotûbêj kirin.

Di derbarê rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê de, Balyozê Brîtanyayê pêşwazî li civîna navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê kir û piştevaniya welatê xwe jî ji bo diyaloga di navbera her du aliyan de û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşan da.

Ji aliyeke din ve behsa pirsa yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û biryarên Dadgeha Bilind a Federalî û bandora wan ya nerênî li ser rewşa siyasî ya welat hate kirin. Di vê derbarê de Balyozê Brîtanyayê tekezî li ser wê yekê kir ku welatê wî Hewlêr û Bexdayê han dide ku bi diyalogê pirsgirêkên xwe çareser bikin.