Tirkiye balyozên welatên ku konsulxaneya xwe ya Stenbolê girtine bang dike

Ji ber metirsiya encamdana kiryarên terorîstî, Amerîka û şeş welatên din, konsulxaneya xwe ya li Stenbolê bi awayekî demkî girtin, Wezareta Derve ya Tirkiyê balyozên wan welatan bangî wezaretê dike.

Hewlêr (K24) – Ji ber metirsiya encamdana kiryarên terorîstî, Amerîka û şeş welatên din, konsulxaneya xwe ya li Stenbolê bi awayekî demkî girtin, Wezareta Derve ya Tirkiyê balyozên wan welatan bangî wezaretê dike.

Wezareta Derve ya Amerîkayê roja 29ê Çileyê ragihandibû, divê geştyar li Tirkiyê agahdarê kiryarên terorîstî bin û konsulxaneya xwe ya li Stenbolê bi awayekî demkî girtiye.

Piştî Amerîkayê, her yek ji Brîtanta, Belçîka, Almanya, Fransa, Swêd û Holanda, konsulxaneya xwe ya li Stenbolê girtin û ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku di geşta bo Tirkiyê de agahdar bin.

Konsulxaneya Rûsyayê ya li Stenbolê jî ragihandiye ku ew karên xwe yên rojane didomînin û konsulxaneyê nagirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser vê mijarê nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand, welatên rojava li dijî Tirkiyê dest bi şerê derûnî kirine.

Suleyman Soylu got, li Stenbolê egera rewşeke neasayî jî hebe, nabe ew welat wisa reftarê bikin.

Ev pêşhat piştî wê yekê tê ku meha borî, wek berteka li hember rêgirtina Tirkiyê ya endamtiya NATOyê ya Swêd û Fînlandayê, kesekî li ber Balyozxaneya Tirkiyê ya Swêdê, Quran şewitand, vê yekê karvedanên mezin li pey xwe anîn û danûstandinên navbera Swêd û Tirkiyê rawestand.