Termên heşt koçberan li peravên Îtalyayê hatin dîtin

Ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, termên heşt koçberên neyasayî li peravên Îtalyayê hatine dîtin.

Hewlêr (K24) – Ajansa nûçeyan a AFPê ragihand, termên heşt koçberên neyasayî li peravên Îtalyayê hatine dîtin.

Serokê Şaredariya Girava Lapedusa ya Îtalyayê Filippo Mannino ji ajansa AFPê re ragihandiye, tîmên peravên Îtalyayê, li Deryaya Spî termên heşt koçberan dîtine.

Filippo Mannino eşkere kiriye, tîmên peravan termên heşt koçberan dîtine ku pênc ji wan mêr û sê jî jin in, du ji wan jinan ducanî ne.

Heta niha nehatiye eşkerekirin ku ew koçber xelkê kîjan welat in, herwiha nehatiye diyarkirin ku di vê bûyerê de birîndar an jî kesên rizgarbûyî hene an na.