CENTCOM: DAIŞ hîn jî li ser asayîşa navçeyê gef e

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, DAIŞ hîn jî li sr seqamgîrî û asayîşa navçeyê gef e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, DAIŞ hîn jî li sr seqamgîrî û asayîşa navçeyê gef e. Herwiha eşkere kir, meha borî 43 operasyonên serbazî li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê encam dane.

Roja Înê 3ê Sibata 2023an, Fermandarê Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla ragihand, meha borî li Iraq û Sûriyê 43 operasyon li dijî DAIŞê encam dane û 11 çekdarên DAIŞê kuştine û 227 çekdar jî desteser kirine.

Michael Erik Kurilla diyar kir: “Rast e operasyonên me, liv û tevgerên DAIŞê kêm kirine, lê belê DAIŞ ne tenê li ser Iraq û Sûriyê gef e, di heman demê de li ser seqamgîrî û asayîşa navçeyê bi giştî gef e.”

Kurilla eşkere kir, ji 43 operasyonên serbazî, 33 operasyon li Iraqê û 10 operasyon jî li Sûriyê encam dane. Herwiha ragihand, di wan operasyonan de 9 çekdarên DAIŞê li Iraqê û 2 çekdar jî li Sûriyê hatine kuştin.

Derbarê hejmara çekdarên ku di operasyonan de hatine desteserkirin, Michael Erik Kurilla ragihand, ji 43 operasyonên serbazî yên li Iraq û Sûriyê, 29 çekdarên DAIŞê li Iraqê û 198 çekdar jî li Sûriyê hatine desteserkirin.

Kurilla diyar kir: “Em ligel hevbeşên xwe di operasyonan de berdewam dibin. Em li Sûriyê bi temamî pişta xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve girê didin. Hevpeymanên me yên li Iraqê serkêşên şerê dijî DAIŞê ne.”