Pispor: Girtina konsulxaneyan veguherî operasyonekê li dijî Tirkiyê

Karvedanên asêkirina konsulxaneyên çend welatên Ewropayê berdewam dikin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Karvedanên asêkirina konsulxaneyên çend welatên Ewropayê berdewam dikin. Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirkiyê Soylu dibêje li dijî Tirkiyê operasyoneke terorî hatiye destpêkirin. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Çawişoglu jî asêkirina konsulxaneyên li Stenbolê wekî gaveke bi meqsed dinirxîne û reaksiyoneke tund nîşan dide. 

Piştî bûyera li Swêdê ya şewitandina Qûranê di serî de li Swêdê bi şûnde jî destpêkirina çalakiyan ya li hemû welatên Ewropayê her roj welatek ji ber metirsiya ewlehiyê û egera pêkhatina êrîşên terorî konsulxaneyên xwe yên li Tirkiyê asê dikin.

Piştî ku di 29ê meha Çileyê de Amerîkayê bi rêya daxuyaniyekê ya derbarê ewlehiyê de hişyarî dabû welatiyên xwe, Fransa, Îtalya, Almanya, Swêd, Swîsre û Hollandayê jî hişyarî dane welatiyên xwe derbarê geştûgûzariyê de. Piştî vê hişyariyê jî Hollanda, Almanya, Fransa, Belçîka, Îngilîstan û Swîsreyê ji ber sedema “Rîska Terorê” konsulxaneyên xwe yên li Stenbolê girtin.

Pisporê Teror û Ewlehiyê  Abdullah Agar ji K24ê re ragihand: “Girtina konsulxaneyan veguherî operasyonekê li dijî Tirkiyê. Hem jî di serdema nêzîkbûna hilbijartinan de. Encamên wê hene di warê, ewlehî, bazirganî û geştûguzariyê de. Hêrsa Tirkiyê divê baş bê fêm kirin di vî warî de. Van welatan hîç agahiyeke îstixbaratî bi Tirkiyê re parvenekirine. Di destê Tirkiyê de jî hîç îstixbareteke wisa nîne ku wê êrîş pêk bên. Di vî resmî de wisa xuya dibe ku qeyraneke dîplomatîk û rakêşiyeke mezin di nava Tirkiye û Amerîka û welatên din de dest pê kiriye.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê biryara asêkirina konsulxaneyan de reaksiyoneke tund nişan da û ragihand, li dijî Tirkiyê şerekî psikolojik hatiye destpêkirin û armanca wan ew e ku li dijî Tirkiyê operasyoneke terorî bidin destpêkirin. Herwiha Soylu derbarê Balyozê Enqerê yê Amerîkayê de jî got; "wan destên xwe yên pîs vekişê ji ser Tirkiyê".

Çavdêrê Siyasî Yaşar Aydin ji K24ê re diyar kir: “Heta niha di nava pêywendiyên Tirkiye û îsitixbarata van welatan de danûstandinên xurt hebûn di warê teror û kêşeyên mafyatîk de. Lê ji asêkirina konsulxaneyan diyar dibe ku ev pêywendî nemaye. Sedema nedana agahiyê dibe ku ji ber bûyera Teksîmê be jî. Di wê bûyerê de agahî gelek têkel bûn û tenê Soylu axaftibû û encameke berbiçav jî derneketibû ji wê bûyerê. Diyar e metirsiyên wan welatan hene di warê siyasî û ewlehiyê de ji Tirkiyê; bi taybet jî ji wezareta Kare Navxwe yê Tirkiyê.”

Herwiha li aliyê din Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî li ser asêkirina konsulxaneyan rexeneyên tund araste kirin û ragihand, ev gav gaveke bi meqsed e. Bi vê gavê tê xwestin Tirkiye bêîstiqrar bê nişandan ku gefa terorê lê heye.