Prof. Dr. Asli Baykal bo K24: Pêşeroja Tirkiyê di destê Kurdan de ye

Keça Serokê Giştî yê berê yê CHP'ê Denîz Baykal, Prof. Dr. Asli Baykal, di derbarê Kurdan û zimanê Kurdî de çend tweet avêtin û tweetên wê di medyaya civakî de gelek bal kişandin.
Prof. Dr. Asli Baykal
Prof. Dr. Asli Baykal

Hewlêr (K24) -  Keça Serokê Giştî yê berê yê CHP'ê Denîz Baykal, Prof. Dr. Asli Baykal, di derbarê Kurdan û zimanê Kurdî de çend tweet avêtin û tweetên wê di medyaya civakî de gelek bal kişandin.

Hat şîrovekirin ku, Baykal bi van tweetan weke ku dixwaze beriya hilbijartinên pêşwext bikeve partiyeke nû yan jî xwe nêzî Kurdan bike.

Prof. Dr. Asli Baykal li ser pirsa Kurdistan24ê ya “Ev nêzîkatiya we ya li hemberî Kurdan peyameke beriya hilbijartinê ye yan jî bi tenê biryareke şexsî ye?” diyar kir: “Ez eşkere bibêjim. En ne peyamek li ser siyaseta niha ye, ji ber ku ez ne keseke di nav siyasetê de me. Lê eger em bi herfeke mezin behsa siyasetê bikin, ev peyameke pir siyasî ye. Zimanê Kurdî nirxekî vî welatî û hêmaneke hêza neteweyî ya bi vê nasnameyê ye, bi taybetî di dema niha de.”

Baykal got: “Ez Kurdî hîn dibim û ez ji Kurdî hez dikim. Siyasetmedarek ku bi Kurdî nizanibe ne mimkun e ku dilê bi milyonan dengdêran xweş bike. Min îro dest pê kir, ez bawer im dê sibê hemû siyasetmedar hînî Kurdî bibin.”

Asli Baykal bal kişand ser bêtehamuliya li Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin û got: “Yek ji hêmanên ku me dike Tirk, welatiyên me yên Kurd in. Loma jî Kurdî ye. Ez dibînim ku nîqaşa azadiya zimanê Kurdî jî şerm e. Ez alîgirê azadiya Kurdî me. Ez alîgirê perwerdeya zimanê zikmakî me. Perwerdeya bi zimanê dayikê mijarek din e.”

Li gor Asli Baykalê perwerdehiya duzimanî û perwerdeya bi zimanê zikmakî mijarên cuda ne.

Asli Baykal, Tîfaqa Millet jî rexne kir û da zanîn ku di polîtîkaya wan de pirsgîrêka Kurdan û zimanê Kurdî nîne û got: “Ez wisa difikirim ku pêşeroja Tirkiyê bi Kurdan ve girêdayî ye û eger Kurd bi tevahî netew-dewletê û hemwelatîbûna wekhev qebûl bikinS, ewê bi serkeve. Yanî pêşeroja Tirkiyeyê di destê Kurdan de ye.”

Baykal, gotinên xwe wisa bi dawî kir: “Diyarbekir bajarekî gelek sembolîk e. Dengderên Kurd di diyarkirina serketî ya hilbijartinên pêş de wê xwedî însiyatîfeke mezin bin. Em di nav pêkhateyeke jimareyî de ne, yên ku nikaribin dengê Kurdan bi dest bixin, nikarin di hilbijartinê de bi ser bikevin.”

ASLI BAYKAL KÎ YE?

Aslî Baykal, di sala 1965'an de ji dayik bûye, keça Serokê Giştî yê berê yê CHP'ê Denîz Baykal e. Li Zanîngeha Akdenîzê wek mamoste xebitî. Li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dixebitî. Pispora biyokimyayê ye.

Asli Baykal di 31ê Cotmeha 2022an de ji CHPê îstifa kir.