Zêdetir ji 71 hezar nexweşên penceşêrê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Kontrolkirina Penceşêrê li Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Heta niha li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 71 hezar nexweşên penceşêrê hatine tomarkirin.

Berpirsa Kontrolkirina penceşêrê li Wezareta Tendirustiyê Dr. Çenar Elî di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, li Herêma Kurdistanê 71 hezar û 74 haletên penceşêrê hatine tomarkirin. Tenê di sala 2022an de 9 hezar û 610 haletên penceşêrê dê hatine tomarkirin, ku piraniya wan li Hewlêrê ne.

Got jî: 10 cureyên penceşêrê li Herêma Kurdistanê belav bûne, cureya herî berbelav, penceşêra pêsîrê ye û piştî wê jî penceşêra kolonê ye.

Ji aliyê xwe ve jî, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî got, rêjeya penceşêrê li Herêma Kurdistanê li di bin standardên navdewletî re ye.