Nûnerê Serok Barzanî beşdarî kongreya Partiya Ketayib a Lubnanê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Felah Hesen bi nûneratiya Serok Barzanî beşdarî kongreya Partiya Ketayib a Lubnanê bû û ji aliyê serokê berê yê wî welatî ve pêşwazî lê hate kirin.

Nûnerê Serok Barzanî Felah Hesen, li Beyrûtê beşdarî 32emîn kongreya Partiya Ketayib a Lubnanê bû û silav û peyama Serok Barzanî ya dostayetî û aştiyê gihand Serokê Partiya Ketayib Samî El-Cumeyil û endamên kongreyê û amadebûyan kir.

Serokê Partiya Ketayib a Lubnanê spasiya Serok Barzanî kir ku nûnerê xwe ji bo beşdariya di kongreyê de şandiye.

Tekez jî kir ku dostaniya wan li gel gelê Kurdistanê, dostaniyeke bihêz e û rêz li mafên gelê Kurd û tekoşîna berdewam a şoreşên nemir Barzanî û malbata wî digire.

Serokê berê yê Lubnanê Emîn El-Cumeyil ji nûnerê Serok Barzanî re got: “Dostaniya me û malbata me li gel gelê Kurdistanê vedigere bo serdema Barzaniyê nemir. Bavê min (Pierre El-Cumeyil) damezrênerê Partiya Ketayib dosteniyeke wî ya nêzîk bi nemir Mela Mistefa Barzanî re hebû.”

Di hember de jî Felah Hesen bi navê Serok Barzanî silavên Serok Mesûd Barzanî gihandin Emîn El-Cumeyil û spasiya pêşwaziya wî ya germ kir.

Ji aliyê xwe ve Serokê berê yê Lubnanê Emîn El-Cumeyil dilsozî û piştevaniya xwe bo gelê Kurdistanê nîşan da û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serok Barzanî kir ku roleke wan a dîrokî hebû ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û pêşvebirina Herêma Kurdistanê ku li Rojhilata Navîn bûye xwedî navûdengeke girîng.